ŞAREDARIYÊN KANTONA CEZÎRÊ DI 2024’AN DE KAR LI SER 230 PROJEYÎ DIKIN

Rojava Tv
1 Min Read

Desteya Rêveberiya xwecihî û şaredariyên kantona Cezîrê di sala 2024’an de ew kar li ser 230 projeyên xizmetê dikin.
her wiha di nava hewildanan de ye ku tevahî projeyên salê temam bikin.

Desteya Rêveberiya xwecihî û şaredariyên kantona Cezîrê destpêka sala 2024’an plansaziya xwe ya kar û xebatan destnîşan kir.

Deste bi tevahî beş û komîteyên xwe bi armanca bicihanîna daxwaz û pêdiviyên xelkên kantonê û zengînkirina xizmetguzarî û jîngehê, li ser gelek projeyan xebatê xwe dewam dike.

Ji projeyên ku deste li ser kar dike, projeyên başkirina xetên avê, paqijî, xizmeta jîngehê û sererastkirina rêyan û hwk in.

Derbarê de Hevserokê desteya rêveberiya xwecihî û şaredariyan a kantona cizîrê Silêman Ereb ji Rojava TV re behsa projeyên herî girîng ên ku di vê salê de hatin temamkirin, di nav de projeyên domdar, kir.

Silêman Ereb got, hejmara projeyên ku ew vê salê li ser kar dikin 230 proje li ser asta kantona Cizîrê ne.Desteya Rêveberiya xwecihî û şaredariyên kantona Cizîrê diyar kir ku niha ew li ser 86 pirojeyên weke peydakirina avê li gundan, kolandina bîran û sererastkirin û çêkirina riyan û hwd dixebtin.

Share This Article