Şêniyên bajarê Kobanê bi armanca redkirin û şermezarkirina guhertina navên bajarok û navçeyên li Kobanê û tayînkirina kesên ji derveyî vîna gel, meşiyan.
Bi sedan şêniyên bajarê Kobanê û xwendekar bi armanca redkirin û şermezarkirina guhertina navên bajarok û navçeyên li Kobanê ji zimanê kurdî bo erebî û tayînkirina kesên ji derveyî vîna gel, meşiyan.
Meş bi dirûşma “Zimanê me hebûna me ye, Kobanê rûmeta me ye” hat lidarxistin.
Meş li Qada Şehîd Egîd veguherî mîtîngê û deqeyekê rêzgirtin hat girtin, piştre endamê Komîta Navendî ya PDKS’ê Gêlo Îsa axivî û da zanîn ku dive navên herêmên Kurdan neyên guhertin.
Her wiha hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Kobanê Sara Xelîl jî diyar kir ku Kobanê bi saya cangoriyên azadiyê ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar bû.
