Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn, YPJ’ê û QSD’ê roja 18’ê vê mehê li kampa Holê operasyoneke ewlehiyê dan destpêkirin.
Malbatên Sûrî yên ku di kampê de ne, kêfxweşiyê xwe li ser lidarxistina operasyonê anîn ziman û destnîşan kirin ku bi van gavan ewlehî li kampê misoger dibe.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn, YPJ’ê û QSD’ê roja 18’ê vê mehê li kampa Holê operasyoneke ewlehiyê dan destpêkirin.
Kampa Holê ku weke bombeya li ber teqînê tê naskirin, bi rêya operasyonên weha metirsiya wê tê daxistin û rê liber jinûve zindîbûna DAIŞ’ê tê girtin.
Malbatên Sûrî yên di kampê de, kêfxweşiyê xwe li ser lidarxistina operasyonê anîn ziman û destnîşan kirin ku bi van gavan ewlehî li kampê misoger dibe.
Her wiha malbatan piştgiriya xwe ya ji bo oprasyona ewlehiyê piştrast kirin û gotin, bi saya van operasyonan ew bi ewle û aram dijîn.
Li gorî amarên dawiyê yên Rêveberiya Kampa Holê 35 hezar û 323 kes li kampê mane. Her wiha ji sala 2021’ê ve û ta niha 5 operasyonên ewlehiyê li kampa Holê hatine destpêkirin.
