PATRÎK MAR IGNATIUS SERDANA AMÛDÊ Û DIRBÊSIYÊ KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Patrîkê Antakya û Tevahî Rojhilat û serokê Bilind ê Dêra Suryanî ya Ortodoks a Antakyayê Mar Ignatius Ephrem ê Duyemîn li bajarê Amûdê bi nûnerên pêkhateyan û malbatên dîlgirtiyan re civiya.

Patrîk Mar Ignatius Ephrem ê Duyemîn vê sibehê serdana Dêra Mar Îlyas a li bajarê Amûdê kir û bi merasîmekê hunerî hat pêşwazîkirin.

Patrîk di dêrê de axaftin kir. Di axaftina xwe de spasiya pêkhateyên bajar kir ku pêşwaziya wî kirine û got, Amûdê nimuneya jiyana hevbeş û hezkirinê ye.

Piştî dêrê, patrîk Mar Ignatius Ephrem ê Duyemîn bi rûspî û nûnerên pêkhateyên herêmê re civiya û li derd û hêviyên wan guhdarî kir.

Patrîk her wiha bi hejmarek malbatên şervanên QSD’ê yên ji aliyê hikumeta demkî ve hatine dîlgirtin hevdîtin kir û anî ziman ku ew ê hewl bide dengê malbatên dîlgirtiyan ragihîne û ji bo serbestberdana wan bibe alîkar

Patrîk Mar Ignatius Ephrem ê Duyemîn piştî vê serdanê, berê xwe da bajarê Dirbêsiyê û serdana Dêra Saint Marasia El Hekîm kir.

 

Share This Article