MSD’Ê PANÊLEK BI NAVÊ “DIYALOGA VEKIRΔ LI EŞREFIYÊ LIDARXIST

Rojava Tv
1 Min Read

 

Nivîsgeha Têkiliyên Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê Panêlek bi navê “Diyaloga Vekirî” li taxa Eşrefiyê ya bajarê Helebê li darxist.

Di panêlê de hejmarek siyasetmedarên serbixwe û nûnerên partiyên siyasî beşdar bûn

Di panêlê de Profesor Semîr Neşar axivî û bal kişand li ser pêşketinên siyasî yên herî girîng ên li Sûriyê û perspektîfên çareseriyeke netewî.

Piştî axaftinê deriyê nirxandinê hat vekirin û beşdaran nerînên xwe derbarê wê de pêşkêşkirin.

panêlê bi encamnameyekê bi dawî bû, tê de tekezî li ser Misogerkirina mafên hemû Sûriyan di destûra pêşerojê de hat kirin.

Share This Article