Duh çeteyê bi navê Hisên El Hiso li çerxereya Qamişlo ya li başûrê Rojhilatê Bajêr gule avêtin ala Kurdî û dîmenê xwe li ser malperên civakî belav kir.
piştî ku dîmen ji aliyê kesên ku xwestin fitneyê çêkin li ser medyaya Dicîtal belav bû, Li tevahî bajarên Rojavayê Kurdistanê gel hat gel hev û nerazîbûnên xwe nîşanî bêrêziya li al û sembolên Kurdî dan.

li Bajarê Qamişlo welatê derengê şevê berê xwe dan çerxereya Qamişlo û li wê deverê xwepêşandan lidarxistin, bi hezaran welatê di xwepêşandanê de dirûşmên ” Sembolên me xetên Sor in”, Bijî berxwedana Rojava” û ” Bijî yekîtiya gelê Kurd” qîr kirin.
Li bajarê Amûdê jî ciwanên bajêr piştî belavbûna dîmen berê xwe dan qada jina azad û xwepêşandan lidarxistin.
di xwepêşandanê de dirûşmên ” bi can , bi xwîn em bi te re Rojava” û ” Bijî berxwedana Gelê Kurd” berz kirin, Her wiha xwestin ku çeteyê destdirêjî li sembolên Kurdî kiriye were darizandin.
li bajarê Hesekê jî bi hezaran Kurd daketin qadan û bêrêzî û destdirêjiya li sembolên Kurdî bi tundî red kirin.
xwepêşandêran bang li Hêzên Ewlekariya Hundirîn û barêzgerê Hesekê kirin û demlidest çeteyê destdirêjî li sembolên Kurdî kiriye were girtin û were cezakirin.
beriya niha li bajarê Kobanê ciwanekî ku ala Sûriyê di cejna Newrozê de daxistibû ji aliyê hêzên ewlehiyê yên ser bi hikûmeta demkî ve hat darizandin, îro heman bûyer li dijî sembolên Kurdî tê kirin.