QSD’Ê BI MALBATÊN ŞEHÎDAN YÊN MINBICÊ RE CIVIYA

Rojava Tv
1 Min Read

Hêzên Sûriya Demokratîk QSDˊê bi malbatên şehîdan ên Minbicê re civiya û rewşa siyasî û karînên leşkerî şîrove kirin.

Di civînê de endamên Meclisa Leşkerî ya Minbicê, hêzên Cebhet El Ekrad, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Minbicê û desteyên wê, Meclisa Malbatên Şehîdan, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya, meclisên sivîl, rûspiyên eşîran û malbatên şehîdan beşdar bûn.

Her di civînê de, rewşa siyasî, tecrîda li ser Rêber APO, rewşa êrişên dagirkeriya Tirk ên li eniyên şer û armancên dagirkirinê şîrove kirin.

Di civînê de axaftin li ser navê QSD’ê û meclisa leşkerî ya Minbicê hat kirin û hate gotin ku, ji bo ew jiyaneke biewle ji civak û xelkê xwe re pêşkêş bikin wan gelek şehîd dan û dê li hemberî êrîş û siyasetên li dijî wan li ber xwe bidin.

Share This Article