LI PARLAMENTOYA DANÎMARKAYÊ ŞANDEYA PYD BI PARTIYA LÎSTEYA YEKGIRTÎ RE CIVIYA

Rojava Tv
1 Min Read

 

Li Parlamentoya Danîmarkayê di navbera şandeyek ji Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Partiya Lîsteya Yekgirtî ya Danîmarkayê de civînek siyasî hate lidarxistin.

Şandeya PYD’ê ji Hevseroka partiyê Perwîn Yûsîf; Berpirsa têkiliyên derve yê partiyê li Ewropayê Mizgîn Ehmed; Endamê komîteya têkiliyên li Ewropayê Ehmed Xilo; û Nûnerê PYD’ê li Skandanavyayê Dara Ehmed pêk hat.

Ji şandeya Partiya Lîsteya Yekgirtî ya Danîmarkayê çend endamên partiyê, tevî endamên berê yên Parlamentoyê Jette Gottlieb û Søren Søndergaard, û her wiha hejmarek şêwirmendên siyasî, beşdarî civînê bûn.

Di civînê de pêşketinên dawî yên li Sûriyeyê bi giştî, bi balkişandina ser entegrasyona di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê, hatin nîqaşkirin. Her wiha mijara vegera koçberên Efrîn û Serêkaniyê, pirsgirêkên ewlehiyê yên têkildar hatin nîqaşkirin.

Di dawiya civînê de, Partiya Lîsteya Yekgirtî û Birêz Søren Søndergaard ji ber piştgiriya wan a berdewam a doza Kurd û mafên mirovan li Sûriyeyê hatin xelatkirin.

Share This Article