Bi wesîleya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Abdullah Ocalan, Desteya Ekolojiyê û Kongra Star li bajarê Kobanê 500 darên sinober çandin.
Çalakî bi beşdarbûna bi sedan endamên saziyên rêveberiya xweser, partiyên siyasî, rêxistinên jinan û hêzên ewlekariya hundirîn li girê Miştenûr ê bajarê Kobanê pêk hat.
Piştî çandina daran li wir daxuyanî hat dayîn.
Di daxuyaniyê de hate gotin: “Em rojbûna Rêber Apo li malbata Rêber Apo, li hemû gelê Kurd, li gerîlayên azadiya Kurdistanê û li cangoriyên azadiyê pîroz dikin. Di rojbûna Rêber Apo de soza me ya têkoşîn û berxwedanê ta ku em civakeke demokratîk bibînin ku her kes tê de bi îrade û hebûna xwe bijî, em soza xwe dubare dikin.
