di salvegera 1’emîn a şehadeta her çar qehremanên leheng Şehîd Aram, Diyar, Gerzan û Welat de, doh bi merasîmekê li goristana Ş.Delîl Saroxan a li bajarê Qamişlo hatin bibîranîn.
Merasîma bîranînê bi beşdariya malbat, rêheval, dost, xelkên bajêr û saziyê rêveberiya xweser pêk hat.
merasîm bi xuleyeke rêzgirtin li ser giyanên şehîdan destpêkir, piştre axaftin li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan û Hêzên leşkerî hat kirin û tekezî li ser pêkanîna armancên şehîdan hat kirin.
Merasîm bi berzkirina dirûşma Şehîd Namirin bi dawî bû
hêzjayî bibîrxistinê ye ku Fermandarê QSD’ê Aram Îbrahîm ligel her sê rêhevalên qehreman Welat, Diyar û Gerzan di 3’ê Tebaxa 2023’an de di encama êrîşeke hewayî ya balafira dewleta Tirk a dagirker li ser rêya Qamişlo – Amûdê de şehîdbûn.
