Kanala ROJAVA TV

Kobanê Rojbûna Rêber Abdullah Ocalan Li Elpelûrê Bi Şahiyekê Pîroz Kirin

Bi sedan şêniyên kantona Kobanê rojbûna rêber Abdullah Ocalan li gundê Elpelûr ê Kobanê pîroz kir

Bi sedan şêniyên kantona Kobanê, siyasetmedarên partiyên herêma Firatê, kesayetên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sûriyê û dayika şehîd Hevrîn Xelef li gundê Elpelûr ku mala rêber Abdullah Ocalan lê ye, kom bûn û rojbûna rêber Ocalan pîroz kir…

Şahî bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir ,piştre axaftin ji aliyê endama rêveber a encumena Jinan a PYD`ê ya Herêma Firatê Sara Xelîl hat kirin..

Paşê Koma Botan û Koma Gulava yên Navenda Çand û Hunerê û Koma Dayikan a Tevgera Kevana Zêrîn a Herêma Firatê stran pêşkêş kirin

Her wiha koma govendê ya navenda çand û hunerê ya navçeya Sirînê şanoyek pêşkêş kir.