Li bajarê Amûdê cenazeyê Şehîd Goran yê ku di êrîşa Tirkiyê de şehîd bibû, bi merasîmeke girseyî hate oxirkirin.
Di merasîmê de li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan axaftin hate kirin û tekezî li ser berdewamkirina doza şehîdan hate kirin.
Şêniyên bajarê Amûdê bi merasîmeke girseyî cenazeyê Şehîd Goran Amûdê ku roja 3`yê Cotmehê di êrişa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bibû, oxir kirin.
Bi sedan şênî û endamên saziyên sivîl ên Amûdê, li qada Dirbêsiyê li hev kom bûn û cenazeyê Şehîd Goran li Goristana Şehîd Îsmaîl Hogir oxir kirin.
Di merasîmê de li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan axaftin hate kirin û tekezî li ser berdewamkirina doza şehîdan hate kirin.
Beşdarên merasîmê diyar kirin, ajan û sîxûrên ku xwe radestî dewleta Tirk a dagirker kirine, dê cezayên herî giran bistînin.Di dawiyê de wesîqeya şehadetê radestî malbatê hate kirin û cenazeyê Şehîd bi dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re hate oxirkirin.
Şervanê QSD’ê Goran Amûdê û fermandara YPJ’ê Jînda Cûdî roja 3’yê Cotmehê di êrîşa Tirkiyê ya li ser rêya Amûdê- Qamişlo de gihaştin asta şehadetê.
