Di çarçoveya bicihanîna peymana 29’ê Çileyê ya di navbera QSD û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de, amadekariyên vekirina rêya M4 a di navbera herêma Cizîrê û Helebê de tê kirin.
Nûçegihana me ragihand ku amadekariyên vekirina rê bi amadebûna cîgirê fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ê Hesekê Mehmûd Xelîl û hejmareke fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên herêma Cizîrê û Helebê tên kirin.
Her wiha da zanîn ku amadekariyên avakirina bendên kontrolê li nêzî gundê Tewîla yê li rojavayê bajarê Til Temirê jî tên kirin.
Rêya M4 ku yek ji rêyên stratejîk li bakurê Sûriyeyê ye, bajarên Hesekê, Reqa, Kobanê, Minbicê û Helebê bi hev ve girê dide.
