Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê diyar kir ku eşkerakirina çarenûsa dîlgirtiyan mafekî malbatên wan e û bang li hikumeta demkî ya Sûriyeyê û aliyên peywendîdar dikin ku bi lez û bez hemû dîlgirtiyên li cem xwe azad bikin û çarenûsa windayan bê şert û merc aşkera bikin.
Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê têkildarî şervan û sivîlên di dema şer de ji aliyê hikumeta demkî ya Sûriyeyê ve hatine girtin, daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hate gotin, mijara dîlgirtiyên li gel hikumeta demkî ya Sûriyeyê ne tenê dosyeyeke siyasî yan jî kaxizeke bazirganiyê ye, lê dozeke mirovî û exlaqî ye ku bandorê li wijdanê her malbatekê dike.
Her wiha hate diyarkirin ku berdewama girtina dîlan di şert û mercên ku kêmî pîvanên dadperwerî û qanûnên navneteweyî binpêkirineke aşkera ya mafên mirovan e.
Meclisê di daxuyanihê de bang li hikumeta dekmî ya Sûriyeyê û aliyên peywendîdar kir ku bi lez û bez hemû dîl û girtiyên li cem xwe azad bikin û çarenûsa windayan bê şert û merc aşkera bikin.
Her wiha Bang li hemû aliyên navneteweyî yên aktîf, rêxistinên mirovî û Rêxistina Xaca Sor a Navneteweyî jî hat kirin ku erkên xwe yên qanûnî û exlaqî bi cih bînin.
hate destnîşankirin ku aşkerakirina çarenûsa dîlgirtiyan mafekî pîroz ê malbatên wan e û hate gotin, dê li pişt doza girtiyên xwe bisekinin heta ku vegerin nava malbatên xwe.
