Eşîra Hesariyan a Kurd bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ji bo QSD`ê nîşan da û diyar kir ku Ew bi saya ciwanên xwe ber bi azadiyê ve diçin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku QSD bi berxwedana xwe ya dîrokî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê parastina hebûn û destkefiyên şoreşê dike.
wiha hat diyarkirin ku Ew li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyênwê piştgiriya zarokên xwe yên di nava hêzên QSD`ê de dikin û Ne ew ê bi derfetên di nava destê xwe de heta bidawîkirina dagirkeriyê li ber xwe bidin.
Eşîra Hesariyan a Kurd di dawiya daxuyaniya xwe de bang li hemû aliyên navneteweyî yên têkildarî dosya Sûriyê û Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku rê li ber êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê bigirin.
