Kanala ROJAVA TV

Bi Merasîmeke Girseyî Şêniyên Kantona Efrînê 3 Şehîd Oxirkirin

Bi hezaran şêneyên kantona efrîn û şehba bi amadebûna hin saziyên rêveberiya xweser li kantona efrînê 3 şehîd bi merasîmekê oxirkirin..

Merasîm  ji  nexwşxaneya avrîn ya li navçeya fafînê dest pê kir û ber bi goristana şehîdên bwexwedanê ya li navçeya ehresê ve çûn..

Her sê şehîd li cihên cuda şehîd bûn,

şehîda çil salî Fîdan Sebrî çawîş roja Çarşema borî tevlî karwanê şehîdan bûç

Şehîd Îbrahîm Hemze Bîlal di nava hêzên ewlekariya hundirîn de bû û dema erka xwe ya leşkerî dikir, di encama kirîza dil de şehîd bû

şehîd Mazlûm Taana di qonaxa duyemîn ya Berxwedana Serdemê de şehîd bû.

Her wiha di merasîma oxirkirinê de der barê şehadeta Jîndar Ronahî ya bi navê Hêvîn Abdo Hesen a ji bajarê Efrînê ye ku li herêma Avaşînê şehîd bûbû, hate ragihandin.

Di dawiya merasîmê de wesîqeta şehîdan radestî malbatên wan hate kirin.