ŞÊNIYÊN AMÛDÊ CENAZEYÊN 3 ŞERVANÊN QSD’Ê SIPARTIN AXÊ

Rojava Tv
1 Min Read

 

Bi sedan Şêniyên bajarê Amûdê 3 şervanên QSD’ê ku li Dêra Zorê Şehîd bibûn, li goristana Şehîd Îsmaîl Hogir oxir kirin.

Di merasîmê de bi sedan ji şêniyên bajêr û gundewarên wê beşdar bûn.

Piştî deqeyek rêzgirtin, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Ehmed axivî û anî ziman ku berdêlên ku van şehîdan dane wê vala naçin û her wê şopa wan berdewam bikin.

Di dawiya merasîmê de wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û cenazeyên her sê şehîdan bi dirûşman û tilîliyên dayikan spartin axê.

Share This Article