Bi serpereştiya Yekîtiya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê, merasîma îmzekirina ferhengeke Kurdî-Erebî ya nivîskar û rewşenbîr Zara Xelo hat lidarxistin.
Merasîma îmzekirinê, li navenda Yekîtiya Rewşenbîran a li bajarê Qamişlo, bi amadebûna bi dehan nivîskar û rewşenbîran hat lidarxistin.
Di merasîma îmzekirinê de li ser navê Yekîtiya Nivîskar û Rewşenbîrên Kurd li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê “Qadir Egîd” axivî.
Piştre nivîskarê pirtûkê Zara Xelo axivî û naveroka pirtûkê ji beşdaran re hate vegotin.
Di dawiya merasîmê de, ferheng ji aliyê nivîskar ve hat îmzekirin û diyarî beşdaran hat kirin.
