Kanala ROJAVA TV

HÊZÊN EWLEKARIYA HUNDIRÎN: LI KAMPA HOLÊ ÇETEYEK HAT KUŞTIN

ARAM HENA Berdevkê QSD’ê: HÊZÊN ME LI KAMPA HOLÊ OPERASYONA LÊGERÎNÊ PÊK TÎNIN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku di bersivdayîna êrîşa DAIŞ’ê li kampa Holê çeteyek hatiye kuştin û Aram Hena ragihand ku QSD û Asayîşê li kampê dest bi operasyonekê kirine..
Navenda Çapemenî ya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî êrişa şaneyên DAIŞ`ê li kampa Holê daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku di encama şer de, çeteyek hatin kuştin û gelek çeteyên din birîndar bûn.
Berdevkê QSD’ê Aram Hena jî ji Rojava tv re ragihand ku QSD û Asayîş li kampa Holê li dijî şaneyên DAIŞ’Ê dest bi operasyonekê kirine.