Kanala ROJAVA TV

Li Hesekê Şahiya Newroza Zarokan Hate Lidarxistin

Bi diruşma “Bi lehengiya Egîdan wê zarokên me azad bijîn”, li kantona Hesekê şahî ji zarokan re hatin lidarxistin.

Tevgera Hîlala Zêrîn û navneda çand û hunerê ya bajarê hesekê bi hevkariya komîteya çand û huner şahiya newrozê ji zarokan re li dar xistin.

Şahî li hola Selam a bajarê Hesekê, hate li dar xisitn , Bi sedan zarok û malbatên wan bi cilên folklorî, beşdarî şahiyê bûn.

Di şahiyê de Komên hunerî yên pêkhateyên Kurd, Ereb û Ermen jî beşdar bûn û stran, dîlan û şano pêşkêş kirin, helbest hatin xwendin û pêşbirekek hate lidarxistin.