Kanala ROJAVA TV

NIVÎSKAR HINDIRÎN ŞÊX RAXIB PIRTÛKA ‘TIRKIYE LI BIRADOSTÊ ÇI DIKE ÇAP KIR

Nivîskar Hendirên Şêx Raxib pirtûkek bi navê ‘Tirkiye li Biradostê çi dike?’ nivîsand û çapkir. Çapa yekem 500 pirtûk derket û ji 166 rûpelan pêk tê.

Naveroka pirtûkê de mijarên siyasî, leşkerî û dîrokî hatine destgirtin. Her wiha cih daye û armanca bi cihbûna dewleta Tirk a li Biradostê.
Hendirên Şêx Raxib di destpêkê de balkişand ser armanca deweleta Tirk a dagirkirina Biradostê û got:
“ Biradost dilê erdnîgariya Kurdistanê ye, ji berku sê aliyên Kurdistanê bi heve girêdide.
Nivîskar Hendirên Şêx Raxib dibêje ku li Kurdistanê destan tên tomarkirin, û pêwîste ew destan bibin pirtûk..
Êrîşên dagirkeriyê li ser başûrê Kurdistanê berdewam dikin, ji bil Gerîlayên Kurdistanê tu hêzeke din a Kurdî bersiva wan êrîşan nadin..