Kanala ROJAVA TV

LI HELEBÊ ÇARŞEMA SOR HATE PÎROZKIRIN

Her li helebê jî cejna çarşema sor bi şahiyekê hate pîrozkirin û têde lava hatin gotin.
Şahî li parka serokatî ya li gundê pino bi beşdariya xelkên helebê, nûnerên rêveberiya xweser TEV-DEM û mala êzdiyan hate lidarxistin.
Di şahiyê de hin axaftin hatin kirin û cejna serê nîsanê li civaka êzdî hate pîrozkirin.
Her di şahiyê de lavayên êzdayetiyê hatin gotin, stran û govend jî hatin pêşkêşkirin.