Kanala ROJAVA TV

LI AMÛDÊ CEJNA ÇARŞEMA SOR HATE PÎROZKIRIN

Êzidiyên Amûdê bi şahiyekê cejna Çarşema Sor pîroz kirin, û tekez kirin ku ev Cejn navgîna xurtkirina hevgirtina civakî ye .
şahî li Gundê Digurê yê Amûdê û bi amadebûna Nûnerên Rêveberiya Xweser, rêxistinên siyasî û civakî hate lidarxistin .
Di şahiyê de keç û Xortên civaka Êzidî cil û bergên xwe yên Folklorî li xwe kirin, her wiha şêranî û hêkên cejnê li beşdaran gerandin .
beşdarên şahiyê cejn pîroz kirin û ji Rojava tv re behsa rêûresmên cejnê kirin .