Kanala ROJAVA TV

LI EFRÎNA DAGIRKIRÎ SÛC Û BINPÊKIRINÊN ÇETEYAN DEWAM DIKIN

Li efrîna dagirkirî Sûcên revandin , kuştin , destdirêjî , dizî û talankirina xwezayê ji aliyê dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê berdewam dike .
Ev hemû binpêkirin û sûc li hember çavên cîhanê dibe , bêyî ku tu hesab jê were xwestin .
Li gorî agahiyên ji herêma efrînê dagirkeran di 5 rojan de 5 welatî di nav de meleyekê mizgeftekê revandin
Her wiha , îstîxbarata dewleta tirk  û çeteyên wê meleyê mizgefta navenda bajarê Efrînê Yûsif Ebdulezîz Yaqûb (67) ê ji gundê Sêmalka yê navçeya Mabatayê revandin.
Çavkaniyan ragihandin ku 23’yê Sibatê îstîxbarata dewleta tirk li taxa Umêrat a bajarê Efrînê Mihemed Hisên û Şaban ê nasnameya wî nehat zanîn, ji malên wan revandin û birin cihekî ne diyar .
Ji navçeya Şerayê jî çavkaniyan diyar kirin ku îstîxbarata dewleta Tirk û çeteyên wê roja 24’ê Sibatê welatiyê bi navê Mihemed Mamo Cûma ji mala wî ya li gundê Elkê revand û bir cihekî nediyar.
Li gorî çavkaniyên din, çeteyên “Feyleq El-Şam” welatiyê bi navê Şakir Şêxo (36) ê ji gundê Celemê yê navçeya Cindirêsê revandin da ku fidyê ji malbata wî bistînin.
Xwezaya efrînê jî ji sûcên dagirkeran bê par nema , çeteyên  “Sultan Murad” li gundê Dêr Sewan ê Şerayê gelek darên zeytûnan birîn da ku bazirganiyê pê bikin.
Li gorî çavkaniyan, komên çete bi serkêşiya Ebû Mehmûd El-Sefranî li gundê Dêr Sewan zêdetirî 650 dar birîn.
Her wiha çeteyên “Ehrar El-Şerqiyê” û kesên ku li Efrînê hatine bicihkirin, 95 dar ji zeviyên şêniyên kantonê yên li ser rêya Qujîma yê Cindirsê birîn.
Çavkanyan destnîşan kirin ku çeteyên navborî û kesên li kampa Metar a Cindirêsê hatin bicihkirin, 55 dar ên welatiyê bi navê Azad Elî û 40 darên ayidî welatiyê bi navê Reşîd Ebdo birîn.