Kanala ROJAVA TV

ÇARŞEMA SERÊ NÎSANÊ LI ŞEHBAYÊ HAT PÎROZKIRIN

Êzidiyên Efrînê yên li Şehbayê Çarşema Serê Nîsanê bi şahiyekê pîrozkirin .
Her wiha Êzidiyên Efrînê destnîşan kirin ku ew ê baweriya xwe biparêzin û xweser bijîn .

Bi diruşmeya “Êzdiyatî Nasname ye, çand e, dîrok e û berxwedan e; li kantona Şehbayê Çarşema Sor ango Çarşema Serê Nîsanê hate pîrozkirin .

koçberên Efrînê û gelê resen ên Şehbayê û gelê Êzidi bi rihê wekheviya gelan li qada \عويلش ya navçeya Ehdas Şehbayê kom bûn û Çarşema Sor pîrozkirin.

Qada şahiyê bi wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, pakrewanên azadiyê, alên Yekîtiya Êzîdiyan û Yekîtiya Jinên Êzdî hat xemilandin .

Di şahiyê de li ser navê Yekîtiya Êzidiyên Efrînê û Yekîtiya Jinên Êzidî yên Rojava axaftin hatin kirin û Çarşema Sor pîrozkirin.

Piştre qewla ola Êzdî hate xwendin, her wiha sê komên olî derketin ser dikê û lavayên olî vegotin .

Di dawiya şahiyê de gel guvendên xwe gerandin û Çarşema Sor pîroz kirin .