DUNYA BEKIR: TU HÊZ NIKARE XWE LI BER ÎRADEYA GELÊ ŞÊX MEQSÛD Û EŞREFIYÊ BIGIRE

Rojava Tv
1 Min Read

Cîgira Hevserokatiya Meclisa giştî ya Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yê helebê Dunya Bekir derbarê êrîşên komên çekdarê yên ser bi hikûmeta veguhêz ve li dijî her dû taxan axivî.

Dunya Bekir da xuyakirin ku Di nava 14 salên şoreşê de taxên Şêx Meqsûd û Eşerefiyê bi berxwedaniya xwe ji tevahî cîhanê re îsbat kir ku tu hêz nikare xwe li ber îradeya wê bigire.

Dunya Bekir anî ziman ku êrîşên dawiyê yên li dijî her dû taxan hişt ku helwesta gelê taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê hîn xurtir bibe..

Share This Article