XWENDEKARÊN ŞÊXMEQSÛD Û EŞREFIYÊ LI DIJÎ DORPÊÇÊ DAKETIN QADAN

Rojava Tv
1 Min Read

 

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, ji bo şermezarkirina dorpêça berdewam ya li ser herdu taxan, bi girseyeke mezin daketin qadan û meşek li dar xistin.

Di meşê de xwendekarên dibistanan, mamoste û nûnerên saziyan beşdar bûn.

Meş ji hola civînan ya 8’ê Adarê dest pê kir û ber bi çarxereya şehîd Gulê Selmo ve bi rê ket.

Meşvanan pankartên daxwaza rakirina dorpêçê û derbaskirina sotemeniyê hildan û dirûşmeyên şermezarkirinê berz kirin.

Di meşê de xwendekaran bi daxuyaniyekê bang li Hikumeta Veguhêz û rêxistinên civakî kir ku di demeke nêz de ev dorpêç li gorî peymana 1’ê Nîsanê were rakirin û pêdiviyên jiyanî bên peydakirin.

Share This Article