8 SAL DI SER RIZGARKIRINA BAJARÊ REQAYÊ RE DERBAS DIBIN

Rojava Tv
1 Min Read

8 sal di ser rizgarkirina bajarê Reqayê re derbas dibin. Di nava 8 salan de li bajarê Reqayê guhertinên mezin pêk hatin û êdî gelê bajêr pergala xwe ya birêvebirinê ava kirine û xwe bi rê ve dibin.

Piştî berxwedaneke bêhempa ya şervanan, di 20’ê Cotmeha sala 2017’an de paytexta DAIŞ’ê, bajarê Reqayê hate rizgarkirin.

Di nava 8 salan de li bajarê Reqayê guhertinên mezin pêk hatin û êdî gelê bajêr pergala xwe ya birêvebirinê ava kirine û xwe bi rê ve dibin.

Hevserokê meclisa cîbicîkar a kantona Reqayê Mişlib El- Tirkan behsa rewşa bajêr ya berî û piştî rizgarkirinê dike.

Welatiyên Reqayê jî gotin, bi saya projeya Rêveberiya Xweser me azadiya xwe bi dest xist û em ê bajarê xwe geştir bikin.

Di oxira rizgarkirina bajarê Reqayê de bi sedan keç û xortên herêmê canê xwe feda kirin û gihaştin asta şehadetê.

Share This Article