Kanala ROJAVA TV

Êzidiyên Efrînê Cejina Xidir Ilyes Bi Şahiyekê Pîroz Kirin

Yekîtiya Êzîdiyan A Herêma Efrînê Bi Boneya Cejina Xidir Ilyes, Şahiyek Li Kantona Şehbayê Lidarxist.

Şahî Di Bin Dirûşma “Di Cejina Bêxwîn De Hêviyên Me Azadî, Civaka Demokratîk Veger E” De Li Hola Mîtan A Navçeya Ehdas A Şehbayê Hate Lidarxistin.

Di Şahiyê De Pêkhateyên Herêmêm Beşdar Bûn.Her Wiha Cejina Xidir Ilyes Hate Şîrovekirin Û Stran Hatin Gotin.

Êzîdiyên Efrînê Cejina Xidir Ilyes Li Gelê Êzdî Û Tevahî Gelê Kurd Pîroz Kirin Û Hêvî Kirin Ku Ev Cejin Cejina Vegera Herêmên Dagirkirî Ve.