DESTHILATA FAŞÎST A AKP DÊ XWÎNRÊJIYA XWE 5 SALÊN DIN BIDOMÎNE

Rojava Tv
1 Min Read

Rewşenbîrên herêma Cizîrê dibêjin, serkeftina Erdogan tê wateya binketin û alozkirina rewşa Tirkiyê.

Her wiha diyar dikin ku, dê careke din rê li pêş rijandina xwînê vebin.

Piştî ku serokê Desteya Hilbijartinê ya Bilind Ehmed Yener, Receb Tayîp Erdogan weke serokkomar ragihand, analîz û nirxandinên cuda derdikevin.

Rewşenbîrên herêma cizîrê ku ji nêzîk ve rewşa hilbijartinan dişopînin, serkeftina Erdogan di hilbijartinan de, weke binkeftin û alozkirina rewşa Tirkiyê bi nav dikin.

Her wiha rewşenbîr diyar dikin ku, serkeftina Erdogan dê careke din rê li pêşiya rijandina xwînê û cengên mezin veke.

Desthilata faşîst a AKP’ê ku zêdetirî 20 salan e li ser kursiyê ye, dê careke din desthilata xwe ya faşîst ji bo hemaya 5 salên din bidomîne ku li gorî çavdêran dê Tirkiyê bikeve nava aloziyeke mezin de.

Share This Article