RÊVEBERIYA XWESER SERDANA NAVENDÊN WERGIRTINA ZEVIYÊN ÇANDINIYÊ KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Ji bo dîtina pêşveçûnên pêvajoya wergirtin zeviyên çandiniyê, Îro şandeke Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser ya herêma Cezîrê serdana navendên wergirtina zeviyên çandiniyê kir.

Şanda ji Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê û Desteya Çandinî û Avdaniyê ya Herêma Cizîrê pêk hat û serdana navendên Kebka û Hetîn kirin.

Di serdanên de tekezî li ser pêşkêşkirina hêsankariyan ji bo cotkaran hate kirin.

Her wiha nerîna cotkaran hate guhdar kirin û behsa zehmetyên ku bi wan re derbas dibin kirin.

Rêveberiya Çandinî û Avdaniyê li herêma Cizîrê ji 28’ê Gulana borî de dest bi wergirtina berhemên çandiniyê kir.

Ew jî bi vekirina 12 navendên kirîna çandiniyê li bajarên Dêrik, Tirbespiyê, Qamişlo, Amûdê, Hesekê û Til Marûf.

Share This Article