LI KOBANÊ JI BO ROJA 25’Ê MIJDARÊ MÊR DAKETIN QADAN

Rojava Tv
1 Min Read

 

Di bin diruşma “Bi hev re em Civaka Demokratîk û Komînal ava bikin, da ku tundiyê bi dawi bikin” mêrên bajarê Kobanê ji bo 25’ê mijadrê meşek li dar xistin.

Di meşê de bi sedan ji mêran her wiha endamên sazî û dezgehên rêveberiya xweser, partiyên siyasî û Hêzên ewlekariya hundirîn beşdar bûn.

Meş ji Qada Jina Azad dest pê kir û heta bi Qada Aştî ve çû, di meşê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û alên Kongra Star hatin hildan.

Di meşê de endamê rêveber ê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Şêro Mistefa axivî û diyar kir ku divê her kes ji bo şikandina hişmendiya desthilatdariyê têkoşîn bikin û her kes bi azadiya xwe jiyan bikin.

Meş bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.

Share This Article