Ofîsa ragihadinê ya Kantona Firatê ji bo nîqaşkirina zagonên ragihandinê piştî guheratinan, civînek li dar xistin.
Di civînê de Hevserokê ofîsa Ragihandinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê “Ciwan Mele Ibrahîm” û hejmareke ji rojnemavanan beşdar bûn.
Ciwan Mele bi berfirehî li ser rewşa Sûriyê û geşdanên dawî axivî, her weha guhertinên ku di zagonên ragihandinê de çêbûne, ji beşdaran re şîrove kir.
Di dawiyê de, rojnemevanan jî derbarê statoyên ku hatine bidestxistin li Rojavayê Kurdistanê, nirxandin kirin.
