LI KOBANÊ KONÊ SERSAXIYÊ JI BO 5 FERMANDARAN HAT VEDAN

Rojava Tv
1 Min Read

 

Meclîsa malbatên şehîdan a kantona Firatê ji bo şehîd Masîro Xabûr, Nûreddîn Sofî, Koçero Urfa, Şivan CÎlo û Sebrî Tendurek, konê sersaxiyê li qada şehîd Egîd a bajarê Kobanê veda.

Merasîma sersaxiyê bi amadebûna bi sedan xelkên Kobanê, endamên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, malbatên şehîdan, partiyên siyasî û tevgerên jin dest pê bû.

Li wir piştî deqeyekê rêzgirtinê; li ser navê hevseroketiya Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYD û Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Kobanê axaftin hatin kirin.

Axêveran rola şehîdan di parastina welat de û qurbaniyên ku wan di xizmeta gelê Kurd û doza wan de dane, silav kirin.

Share This Article