Şaredariya Gel a Reqayê piştî girtina riyan ji ber barîna baranê kar û xebatên xwe ji bo vekirina riyan da dest pê kirin.
Piştî baranê li gelek deverên bajarê Reqayê torên avrêjiyê hatin girtin û ev yek bû sedema kombûna avê li kolanên sereke û zehmetiya derbasbûna wesayîtan û astengkirina tevgera niştecihan.
Ji ber wê şaredariya Gel a Reqayê dest bi çareserkirina pirsgirêkê kir.
Derbarê vê yekê de endamê Şaredariya Gel a Reqayê Ehmed El Ebid ji Rojava Tv re diyar kir ku ji bo hêsankirina trafîkê û bi dawîbûna çiravan, wan dest bi vî karî kiriye.
