ÇALAKIYA KONVEDANÊ YA JI BO AZADIYA RÊBER APO LI QAMIŞLO BI DAWÎ BÛ

Rojava Tv
1 Min Read

Çalakiya konvedanê ya ji bo piştgiriya pêngava azadiya rêber APO ku 17 cotmehê li Qamişlo hatibû destpêkirin, îro bi daxuyaniyekê bi dawî bû .
Di roja Dawîn a Çalakiyê de Xelkên Qamişlo, Kongra Islama Demokratîk,TEV-DEM, Encumenê Qamişlo,dêrik û Hesekê amade bûn.
li ser navê Isiyatîva Gel a Bakur û Rojihilatê Sûriyê Ferzende Munzir daxuyaniyek da û tê de got: Komploya ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan hat kirin komployeke cîhanî bû û wê têkoşîna li dijî wê jî bibe Cîhanî .
her wiha destnîşan kir ku Berxwedaniya Kurdan û îdeolojiya Rêber Apo, çareseriya hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn e.
di dawiya Daxuyaniyê de Ferzende Munzir got heta Pêkanîna Azadiya Rêbertî ew ê çalakiya xwe bidomînin.

Share This Article