Ev heyama sê rojane, Navenda Tirafîkê ya bajarê Qamişlo, kar û xebatên xwe li nava bajaran zêde kiriye, û bendên tirafîkê yên demkî li nava bajêr danîne.
Navenda Tirafîkê ya bajarê Qamişlo diyar ku ev xebat dikeve xizmeta civakê û saxlemiya ajokaran.
Bi armanca rêgirtina li ber qezayên tirafîkê, Navenda Tirafîkê ya bajarê Qamişlo bi hevkariya Desteya Hundirîn mekanîzmeke nû ya kar dane destpêkirin.
Navenda Tirafîkê di nava sê rojên borî de, liv û tevgera xwe li nava bajêr zêde kir û bendên xwe li ser rêyên ku zêde qeza lê çêdibin, danîne.
Rêveberiya Navenda Tirafîkê ya Bajarê Qamişlo ji Rojava TV re behsa kar û xebata xwe kir û têbîniyên pêwîst ji saxlemiyê aşkere kirin.
Girêdayî kar û xebatê tirafîkê yên ji bo xizmeta gel, ajokarên bajarê Qamişlo piştgirî dan xebata Trafîkê û bang li gel kirin ku bi hêza xwe re bibin alîkar.
Rêveberiya Trafîkê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mehek berê di daxuyaniyekê de piştrast kir ku ji destpêka vê salê ve 568,092 binpêkirinên trafîkê hatine tomar kirin, di nav de leza zêde, pabendbûna bi rêgezên trafîkê û ajotina bê rûxset.
