Festîvala Şehîd Hogir a Xwendekaran a 4’emîn bi xelatkirina beşdar, kesayet û saziyên alîkar bi dawî bû.
Duh di roja duyemîn ya festîvalê de endamê Meclisa Ciwanan a Helebê Şêx Mihemed bixêrhatina mêvanan kir û got ku armanc ji festîvalê vejandina têkoşîna şehîd Hogir di hişmendiya ciwanan û pêşxistina ruhê têkoşîna demokrasî ye.
Endama Yekitiya Xwendekarên Welatparêz a Sûriyeyê Ronahî Yûsif jî got ku ruhê ciwanên şoreşger ên Apoyî îsrara ciwanan a ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e.
Piştre Komên hunerî berhemên xwe pêşkêş kirin.
Di dawiyê de kom û tîmên beşdar hatin xelatkirin.
