Zanîngeha El Şerq ji bo derçûna 129 xwendelarên fakulte û beşên cuda şahiyek li avahiya zanîngehê ya Reqayê li dar xist.
Di şahiyê de piştî deqeyek rêzgirtin, xwendekarên derçûyî berê xwe dan dikeya wergirtina bawernemayan û turanek promosyonê, ku di destên xwe de wêneyên şehîdan hildabûn, pêşkêş kir.
Piştre axaftin ji aliyê Zanîngeha El Şerq, Meclisa Zanîngehên herêmê, Rêveberiya Xweseriya û Meclisa Xwendekarên Zanîngeha El Şerq ve hate kirin.
Axêveran xwendekarên derçûyî pîroz kirin û anîn ziman ku Zanîngeha El Şerq yek ji destkeftiyên şoreşa civakî û demokratîk e ku bi saya fedakariya şehîdan, hat avakirin.
Piştî axaftinan, xwendekarên derçûyî hatin xelatkirin.
Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.
