LI TAXÊN ŞÊXMEQSÛD Û EŞREFIYÊ BENDÊN KONTROLÊ YÊN HEVBEŞ HATIN DANÎN

Rojava Tv
1 Min Read

 

Li derdora taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bendên kontrolê yên hevbeş ên di navbera Hêzên Asayîşê û hêzên ewlekariyê yên desthilata Şamê de hatin danîn.
Di çarçoveya pêkanîna benda 5’an a peymana di navbera Meclisa Gişt ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û desthilata Şamê de, îro bendên kontrolê yên axî yên li ser rêya Ewarid û Sika yê di navbera her du taxan û taxên din ên Helebê de hatin rakirin.
Piştî rakirina bendan, bi amadebûna nûnerên meclisa her du taxan û nûnerên desthilata Şamê bendên kontrolê yên hevbeş ên di navbera Hêzên Asayîşa Şêxmeqsûd-Eşrefiyê û hêzên ewlehiyê yên desthilata Şamê de hatin danîn.

Share This Article