Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê, Konferansa Komînên Kantona Cizîrê ya Yekemîn bi dirûşma “Avakirina komînê bingeha civaka demokratîk û azad e” li dar dixe.
Konferans bi tevlêbûna 600 delegeyan li hola Parka Azadî ya bajarê Qamişloyê tê lidarxistin.
Endam û hevserokên komînên bajar û bajarokên kantona Cizîrê, nûnerên Rêveberiya Xweser, Kongra Star, TEV-DEM, PYD, Dayîkên Aştiyê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn beşdarî konferansê bûn.
Di konferansê de dê sîstema jinûveavakirina komînan were nirxandin.
Ji destpêka meha Îlonê ve li tevahî bajar û bajarokên kantona Cizîrê konferansên komînan hatin lidarxistin. Dê encamên wan di konferansa îro de bên nirxandin.
