Di bin dirûşmeya “Ji bo Rêber Apo azadiya fîzîkî” Şêniyên bajarê Hesekê ji bo pêkanîna mafê hêviyê yê rêber apo, meşek girseyî li dar xistin.
Di meşê de bi hezaran şênî, endamên saziyan, gaziyên şer, malbatên şehîdan û koçberên Efrîn û Serêkaniyê beşdar bûn.
Meş ji Çerxerêya Sînalko bi hildana wêneyên Rêber Abdullah Ocalan dest pê kir, heya Parka rêber Apo ya li taxa Nasira ya bajêr dom kir.
Li wir meş veguherî mîtîngê, Rêveberiya Kongra Star Beyan Xelîl û Hevserokê Meclisa Bajarê Hesekê Faroq Tuzo axivîn.
Axêveran diyar kirin ku ji bo pêkanîna banga aştiyê û pêkanîna diyalogiyê divê Rêber Abdullah Ocalan azad bibe, heya azadiya fîzîkî pêk were ew ê her li qadan bin.
