Pêkhateyên bajarê Hesekê wekî nîşandana bertekê li hemberî paşguhkirina cejnên neteweyî yên wan, agirê Newrozê li qada Aştiyê ya bajarê Hesekê dadan.
Di biryarnameya 188’an a hikumeta veguhêz a Sûriyê de cejnên neteweyî yên pêkhateyên Sûriyê ji wan Cejna Newrozê, Çarşema Sor, Ekîto û cejnên Ermenan wekî cejnên fermî yên Sûriyê nehatin naskirin.
Ji bo nîşandana bertekekê li dijî vê biryarê çalakvanên bajarê Hesekê çalakiyek li qada Aştiyê ya bajêr bi beşdariya nûnerên saziyên çandî, civakî û siyasî yên ji hemû pêkhateyan, li dar xistin.
Di çalakiyê de agirê Newrozê hat pêxistin û merasîmên cejnên Ekîto û yên Ermenan hatin lidarxistin.
Beşdarên çalakiyê diyar kirin ku peyama wan xurtkirina jiyana hevbeş û hevgirtina civakî û parastina mafên pêkhateyan e.
