Malbatên Şehîdan ji şandeya Kurdî ku dê danûstandinan li gel desthilata Şamê pêk bîne, daxwaz dikin ku destkeftiyên şehîdan biparêzin.
Her wiha gotin, divê mafên gelê Kurd di destûra Sûriyê ya nû de werin parastin û rastî ti paşguhkirinan neyên.
Şandeya hevbeş a Kurdî ya ku di 4’ê vê meha Hezîranê de hatibû avakirin û dê danûstandinan li gel desthilata Şamê pêk bîne, di nava kolana Kurdî de hêviyeke geş ava kiriye.
Di demekê de ku Sûriyê di qonaxeke veguhêz û aloz re derbas dibe, gelê Kurd bi rêya nûnerên xwe dixwazin di destûrê de mafên wan were parastin û pergala nenavendiyê were cîbicîkirin.
Di vê çarçoveyê de malbatên Şehîdan ji şandeya Kurdî daxwaz dikin ku destkeftiyên şehîdan biparêzin.
Malbatên Şehîdan gotin, divê mafên gelê Kurd di destûra Sûriyêya nû de werinarastin û rastî ti paşguhkirinan neyên.
Konferansa Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê 26’ê Nîsana îsal hate lidarxistin û di serencamên wê de şandeyeke ku ji 10 kesan pêk tê, hate avakirin û biryar e şand di demeke nêzîk de dest bi dîyalogan bike.
