FESTÎVALA 6’EMÎN A ŞEHÎD BAWER AGIR LI KOBANÊ DESTPÊKIR

Rojava Tv
1 Min Read

bi dirûşma “Bi hêvî û baweriya şehîdan, aştî û civaka demokratîk, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bike” Festîvala 6’emîn ya Şehîd Bawer Agir a Çand, Huner û Werzîşê li bajarê Kobanê dest pê kir.

Festîval li Stadyuma Şehîd Bawer Agir a li bajarê kobanê bi beşdariyeke berfireh ji şêniyên kantoan Firatê, nûnerên saziyên Rêveberiya Xwerser, Patiyên Siyasî û Rêxistinên Jinan, destpêkir.

Stadyuma Şehîd Bawer Agir mezintirîn Stadyum li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, doh bi fermî di roja yekemîn a Festîvalê de, hate vekirin.

Piştî vekirina Stadyumê, Festîval ji aliyê dayîka Şehîd Bawer Agir, Îslim Derwîş ve hate vekirin, Îslim Derwîş got ku Şehîd Bawer bi hemû têkoşîna xwe li dijî dijmin têkoşîn kir û her tim xwe feda dikir.

li gor komîteya amadekar Festîvala 6ˋan a Şehîd Bawer Agir dê heta 3 rojan dewam bike.

Share This Article