DESTEYA ABORÎ Û ÇANDINIYÊ YA FIRATÊ DEST BI DAYÎNA RÛXSETÊN ÇANDINIYÊ KIR

Rojava Tv
1 Min Read

 

Desteya Aborî û Çandiniyê ya kantona Firatê, ji bo radestkirina tovê genim bo cotkaran bi awayekî fermî, dest bi dayîna rûxsetên çandiniyê kir.

Ev tedbîr, piştî destnîşankirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxê firotina genim bo cotkaran pêk tê.

Desteya Aborî û Çandiniyê ya kantona Firatê piştrast kir ku her cotkar, dikare piştî pêşkêşkirina belgeyên pêwîst ji bo rûxsetê, tovê genim ji desteyê werbigre.

Desteyê her wiha piştrast kir ku, ew ê îsal mazotê jî bidin cotkarên ku erdên xwe bi ava baranê av didin, da ku barê wan sivik bibe.

Share This Article