KONGRA STAR KOMPLOYA 9’Ê COTMEHÊ BI KOMXEBATEKÊ NÎQAŞ KIR

Rojava Tv
1 Min Read

 

Kongra Star a Qamişloyê ji bo nîqaşkirina komploya navnetewî ya li dijî rêber Apo komxebatek li dar xist

Komxebat di bin diruşmeya ” Rola Rêber Apo di Avakirina Aştiyê û Çareserkirina Pirsgirêkên Rojhilata Navîn de” hat li dar xistin.

Bi sedan endamên saziyên Sivîl, partiyên Siyasî û Hêzên ewlekariya hundirîn a Jin li navenda Mihemed Şêxo a bajêr beşdarî komxebatê bûn.

Di komxebatê de piştî deqeyek rêzgirtin, mijarên mîna rola rêber Apo di çareserkirina pirsgirêkên rojhilata navîn û avakirina aştiyek mayînde hatin nîqaş kirin.

Beşdaran diyar kirin ku bi fikir û ramanên rêber Abdullah Ocalan aştî li tevahî Rojahilata Navîn misoger dibe.

Piştre selefizyonek derbarê felsefeya neteweya demokratîk û rola jinan di projeya çareseriyê de hate pêşandan.

Komxebat bi vekirina deriyê pirs û nîqaşan bi dawî bû.

Share This Article