ŞAREDARIYA BAJAROKÊ EL-ESEDIYÊ YA REQAYÊ PROJEYA AVRÊJÊN BARANÊ DEST PÊ KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Şaredariya Gel a bajarokê El-Esediyê ya girêdayî kantona Reqayê, li ser daxwaza niştecihên herêmê, projeya sereke ya avrêjên baranê li herêmê dest pê kir.

Şaredarî dê di projeyê de, xeteke ji boriyên çemetoyê ya bihêzkirî bi dirêjahiya 545 metreyan û firehiya 50 cm dirêj bike, da ku ava baranê xerc bibe.

Armanca projeyê xurtkirina binesaziyê û kêmkirina kombûna ava baranê di zivistanê de ye.

Ev proje beşek ji plana şaredariyê ye, ji bo pêşxistina xizmetên giştî di sala 2025’an de.

Share This Article