Komîteya koçberên Serêkaniyê çalakiyek li bajarê Qamişlo li dar xist û banga vegereke bi rûmet kir.
Komîteyê nameyek radestî netewên yekbûyî kir û daxwaza xwe ya dawîanîna li dagirkeriyê careke din dupat kir.
Komîteya koçberên Serêkaniyê ji bo şermezarkirina salvegera 6’emîn a destpêkirina êrîşên Tirkiyê çalakiyek li bajarê Qamişlo li dar xist.
Bi sedan ji koçberên Serê Kaniyê, çalakvan, rojnemevan, hiqûqnas û nûnerên saziyên civaka sivîl li pêşiya lîstikgeha 12’ê adarê kom bûn û heta ber avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li Qamişlo meşiyan.
Li wir çend axaftin hatin pêşkêşkirin û banga vegereke bi rûmet û ewle hate kirin.
Koçberên Serêkaniyê yên ku beşdarî meşê bûne daxwaza cîbicîkirina xalên rêkeftina 10’ê adarê kirin, da ku bikarin vegerin ser cih û warên xwe.
Di dawiyê de koçberên Serêkaniyê nameyek radestî netewên yekbûyî kirin û daxwazên xwe yên dawîanîna li dagirkeriyê careke din dupatkirin.
