YEKÎTIYA ÊZIDIYAN A SÛRIYÊ NIVÎSGEHA XWE LI BAJARÊ QAMIŞLO VEKIR

Rojava Tv
1 Min Read

Yekîtiya Êzidiyan a Sûriyeyê bi merasîmekê nivîsgeheke xwe li bajarê Qamişloyê vekir.
Şêniyên kantona Cizîrê, nûnerên rêxistin û saziyên civaka sivîl tev li merasîma vekirina nivîsgeha Yekitiya Êzidiyan a Sûriyeyê ya li Qamişloyê bûn.
Nûnera yekitiyê ya Qamişloyê Suad Hiso vekirina nivîsgehê li tevahî êzidiyan pîroz kir.
Her wiha diyar kir ku yekitî bi rêya nivîsgehên xwe hewl dide bi koordîneya saziyên Rêveberiya Xweser civaka êzidî bi rêxistin bike.
Yekitiya Êzidiyan a Sûriyeyê sîwana herî mezin a rêxistinên êzidiyan a li Sûriyeyê ye.

Share This Article